Mehabad an jî Sablax (bi farisî: مهاباد, lat. Mahābād) bajarekî binavûdeng a kurd li Îranê, li başûrê Gola Urmiyê yê, 1300 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê rojavayê Komara Îslamiya Îranê li parêzgeha Azerbaycana Rojava û bajêristanê Mehabadê û 168.000 kes lê dijîn (2016).
Di sala 1946'an de li vir Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye afirandin.